Antolojiya Edebiyata Kurdi - II

Yazar : Mehmed Uzun
Yayınevi : Sel Yayıncılık
Kategoriler : Edebiyat
ISBN : 9786257370509
%30
220,00 ₺
154,00 ₺

Kazancınız : 66,00 ₺
Stokta Son 2 Ürün
Basım Tarihi: Kasım 2021 Ebat: 0 X 0 Sayfa Sayısı: 414
Kapak Türü: Karton Kapak Kağıt Türü: 2. Hamur Dil: Kürtçe

Antolojiya Edebiyata Kurdî, bi vî beşê xwe yê duwemîn, asoya Ziman û Edeba Kurdî berfirehtir dike. Di vî beşî de rengînî û pirdengiya edebiyata kurdî şênbertir dibe û yekcar vediguheze okyanûseke edebiyatê ya kûr û bêbinî; ji rohilatê welêt bigire heya roavayê welêt; çi bakur û çi jî başûr; rûpelên antolojiyê; bi nivîsên zaravayên kurdî yên, kurmancî, dumilî û soranî tên dagirtin. Agahiyên ku di navê de ne, me hildide ser milên xwe û me dibe li nav welêt û carina jî sirgûniyê vedinişîne; geh dike mêvanê xemgînî û endîşeyê, geh jî yê kêfxweşî û henekê.

Antolojiya Edebiyata Kurdî - II, jî dê mîna cildê yekemîn dewsa valahî û kêmaniyên ku hene tijî bike, dê qelîş û birînên ku li ser dilê ziman û edeba kurdî vebûne, bi hêza zanîn, nivîsar, çîrok, şihîr û pênûsşorên ku di nava xwe de hewandiye, bicebirîne.